Birhan Keskin/Şagirtek li ser İskeleyê - Yaşama Uğraşı

11 Mart 2022 Cuma

Birhan Keskin/Şagirtek li ser İskeleyê


Birhan Keskin
/ İskelede Bir Çırak  Çeviri: İbrahim Tekpınar 

Ez çi bêjim Xwedêyo!

Tu zanî ez hinek platonîk im

Min ev gumana xist pişta xwe kir barê xwe ez werga meşiyam,

Xeyidibuna min ji bo barê min e

Lê ew, ew qas çavbirçî ne, Xwedêyo, û tu dibînî ku ew çiqas dinyayî ne.

Ew xulamên te ne û em jî dêmariye ne 

Werga ye?


Lêbelê, Xwedêyo, tu zanî, ez yê herî erdî me,

Gava ku min serê xwe danî erdê û stêrkên li ezman,

Bi vî rengî tû dizani, te ev erd ew qas xweşik çê kir.

Mîna gundê me.


Xwedêyo, ew ji TOKİ'an, betonan , trênên hêl hez dikin.

Lêbelê, em bilez in, ez, ku ew qas agnostîk im, hîn jî zanim

Ger tû li wir bi, em ê dîsa jî vegerin cem te.

Dibêjin, min qanûn anîne, paqij e, ya kevn qul qulî ye

Em fam dikin ku qanûn pişikên me pûç dikin

Ew dibêje, min qedexe anîne, lê ji bo xatirê te, delalê min

Ew dibêje, min sê -pênc dar birrîn, hemû havînê danîm û danîm.


Emê qutkin çi heyî di wê da,

Berî her tiştî, meriv spasdarîye his dike.

Lêbelê, ma Xwedêyo, bila nigên me pêla erdê bike, ma tiştekî xerab e?


Em li kolanên xwe siya darekê dixwazin.

Ew dibêje, min ji bo çûn û hatina we kopri çê kir

Orta Haliç'e mêze kin çiqas sexy e?

Ez ê bêjim, Xwedêyo, aqlê ki bide wan, lê

baverim tiştek ku tu zanî wê hebe.

Xwedêyo, tu wan dibînî, nizanin sebra Eyûb çi ye?

Hevdîtina zêde çi ye?


Ew nizanin. Ew nizanin bergerina Zeyneb' ê çima ye.

Ez ji te re pir platonîk im lê êdî bes e

Ma tim emê ji iskelayan bikevin?

Van metropolan li ser serê wan da hilweşîne.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder