Wextê jî wexta xwe şaş kirîye
Li pêy trênê ba dibe vagoneke kevn û rizyayî
Payiz e, pelek xatir dixwaze ji dara xwe
Berba dibe pel, li ba dibe pel
Çirûskên baranê rûyê gulîsorekê av dide
Li stasyoneke kevn jinikek xatir ji mêrikekî dixwaze
Mêrikekî Ciwan û lihevhatî
Li pêy trênê ba dibe dilê evîndarekî
Sar dibe her der berîya her tiştî dilê ciwanekî
Gotin tên jibîrkirin û peyv winda dibin
Axx li stasyonan çiqas zor e xatirxwestin
Dengê kemaneke kevn tê ji stasyonekê
Dengekî zîz û westiyayî
Li vî bajarê wendayî her tişt bi xatirxwestinekê ve dest pê dike
Berîya roj hilê di destpêkê de heyv xatir dixwaze
Piştre şev, piştre roj
Û her roj diherike dem, diguhere sal û zeman
Axx çiqas zor e li hinek bajaran xatirxwestin
Dîsa sibeh, dîsa li stasyoneke kevn, maç dike xortekî
nûgihîştî destê bavê xwe yê kal
Kalekî ji xatirxwestinan westiyayî û hinekî bê hal
Axx li stasyonan, çiqas di/bi-êş e xatirxwestin
Hêdî hêdî diçe herkes ji bajarekî ber bi bajarekî din
Kûçikekî birçî li pêy trêneke kevn dizûre
Dengê vagonên rizyayî û zûrandina kûçikekî
Li stasyoneke kevn li pêy bayê trênê belav dibe
Bajarek şa'irekî diterikîne
Ber bi şa'irekî din ve dilezîne
Ber bi bajarekî din ve dimilmilîne..
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder