Arkadaş Zekai Özger /Merheba Canim - Yaşama Uğraşı

13 Nisan 2022 Çarşamba

Arkadaş Zekai Özger /Merheba Canim





Ez yek ji wan kesên ku kêmpeyvkir û têrwestiyayî me

Ez hejê dikim helawê digel şerabê bixwim

Min tu carî nimêj nekir

Lê ez ji diya xwe û ji Xwedê pir hez dikim

Diya min jî ji Xwedê pir hez dike


Jixwe serûbinê malbata me tev ji Xwedê hez dike

Em ji Xwedê jî, ji pisîngan jî pir hez dikin

Jiyan homoseksueleke trajîk e


Bi ya min hemû homoseksuel hinekî adonîst in

Ji lew re hemû sermestî hinekî liberxwegotinên

Freud yên bêyî eraqvexwarinê ne

Hûn tu carî bawer mekin, dê helbet bê guherîn

Ew bayê ku xwe bi terrik û rojê ve dihebîne

W’ez ne baş bawer im, lê heye ku min xwendibe

Li deverekê hinan jinine difirotin Xwedê


Ax canimo Arîstophanes

Ez tu carî aştî û mozesoran ji bîr nakim

Ez mirinê jî di dilê xwe de mîna nepenekê dihewînim

Ez mirinê ji bo Xwedê hiltînim û hûn ê tu carî tênegihîjin

Ew laşê min ê ku ji bo rojê û zilamiyê dikemile


Dê di kefên destên we de

Bişemite û bikeve û rojekê helbet hûn ê ji Zeki Müren hez bikin (Ji kerema xwe, ji Zeki Müren hez bikin.)


Arkadaş Z.Özger Merhaba Canım Çeviri Ferhadê Mihemed

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder