Ez giham vî temenê xwe, hê di nava dilê min de zarokek
her tim li hêviya hezkirinê ye ji te.
Her ji bo çi be jî, aliyekî însên her tim kêm e
Û dibêje ez wê kêmaniyê temam kim,
Yê heyî jî bi wextê re ber bi wendabûnê ve diçe.
Cihê ku diya min xwe ji min veqetandiye, li wir xwe li min rapêçe.
Bîranînên te hêdîke berfê berhev dike,
Mîna lehîfekê rabirdûya min li ser min e
Lê dîsa jî ev ne jibîrkirin e
Jan dide bêyî te 'bûnê
Herçend ku bi kîbûna te nizanibe jî
Cihê ku min dev ji hezkirinê berda li wir ji min bisile.
Çeviri: Ferhadê Mihemed Şiir: Sarıl Bana
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder