Furûx Ferroxzad / Ba Wê Me Bi Xwe Re Bibe - Yaşama Uğraşı

2 Ağustos 2022 Salı

Furûx Ferroxzad / Ba Wê Me Bi Xwe Re Bibe



Di şeva min a çûk de

Mixabin bayê bi pelen daran re civanek heye

Di şeva min biçûk de tirsa wêraniyê heye


Guh bide

Wezina taritiyé dibihizi?


Ez bi xeribi li vê xweşbextiyê dinêrim ez bi

Bêhêviya xwe ve girêdayî me


Guh bide

Wezina taritiyé dibihizi?


Li şevé de anha tiştek derbas dibe

Heyv ronak û tevlihev ú li ser vi xanî ku her dem tirs lê tê rijandin

Ewr, mina yên ku şin girtine

Li benda baran bariné ne


Demek

û piştî wê, qet

li pişt vê pencereyê şev dike bilerize ù erd

li paşve dimîne

li pişt vê pencereyê yekî nediyar

li benda min û te ye


heyy tu yê ku seri û bini wî kesk

destên xwe weke, deyne li ser destên min ên evînê

û lêvên xwe,lêvên xwe ye germ

bispêre misdana lêvên mın


ba wê me bi xwe re bibe

ba wê me bi xwe re bibe

Çeviri: İbrahim Tekpınar Şiir: Rüzgar Bizi Sürükleyecek

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder